Şiir • Bilinmiyor
Zerîya Min
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Çavreşa min zerîya min,
Ez daxwazim were ba min,
Ez hatina te ve şabim…
Ez te re bêjim gula min.
Delala min were ba min,
Ramûsanekî bide min;
Bila xewnên min jî rast be,
Agir berde nav canê min.
Yarê ez parsekê te me,
Bi mirinê re jî heme!
Bê te jîyana min re xem e,
Ez te maçkim gelo şerme?
Qemera min zerîya min î,
Gula minî roja minî,
Germehîya te daxwazim,
Stêrka nav şeva min î.
"Çavreşa min zerîya min,"
Her dêmên te tim biha rin,
Tim şîlanin tim hinar in,
Bêhna te jî wek rihan e,
Her lêvên te jî diyar in.
Mehmet Çobanoglu
26.02.2014
Stanbol
Yorumlar