Şiir • Bilinmiyor

Yar Jî Şa Bû

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Kend û kortalan hewşan e

Delalîya min rewşen e

Bax û baxçe, zozan e

Gulac bişkivîn gulşen e

Delalîya min havîn e

Dil û jîyan tim evîn e

Xêr û xelat û bihuşt e

Birêvan e xweş şevîn e

Delalîya min bêdert be

Kanî, newal, çavkanî be

Lezgîn biherike were

Dicle, Firat û Erez be

Delalîya min şar sor e

Evîn nebe dil jî kor e

Ez daxwazim yara min bê

Xeribî bo min pir zor e

"Kend û kortalan hewşan e"

Gazinên min jî zêde bû

Derdorê min tarî, şev bû

Ev çi rewşe, ev çi hale

Ez girîyam yar jî şa bû

Mehmet Çobanoglu

24.03.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...