Şiir • Bilinmiyor

Xezal Were Neçe

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Min bi evîna te ve dilê xwe şûşt

Tu çem û robarên ser deşta min î

Ji zinaran û kendalan dikişî

Delalê tu bêhna rihana min î

Kulîlka min nepenîyê eşqê me

Bila tu kes nezane evîna me

Hêvîdarim bihar her dem havîn be

Sîx û kelem nekeve navberê me

Rinda min şêrîna min were ba min

Keçê jîyana bêhez bêsûtun e

Rojên bêeşq jî gor û gorîstan e

Lêvên te gul û birhên te zeytûn e

Xezal neçe were rewşa me geşke

Çi dibe min bernede qet bîr neke

Wan her destên xwe bide nav destên min

Te ve girêdayîme min terk neke

"Min bi evîna te ve dilê xwe şûşt"

Ez mest bûm mest bûm, dînê bo te mest bûm

Devkenê zû were û zû bimeşe

Bi rojane ez tim hêviya te me

Kevoka min fatfatika min lez were

Mehmet Çobanoglu

02.05.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...