Şiir • Bilinmiyor
Xerîbîyê Nikarim
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Pêtên ser agiran venekişîyan
Baskên kew û kevokan tev weşîyan
Kesera nav dilê min dubare bû
Melhemên derdên min nişkva rijîyan
Dayîka min ez bêhêz û bêhalim
Bi salane xizanim û bêmalim
Bêzarim, xerîbîyê nikarim
Şaxê bêgul, bêbilbil re dinalim
Em zanin her bêbextî rûreşîye
Ji gelan veqetandin nexweşîye
Ka azadî ku ma sebra min nema
Bêwelat û bêwargeh nebaşîye
Bi salane bêkêfim û xilmaşim
Rojane jî bêdengim û bihaşim
Bêrîya welat ket dilê min şewitim
Van bajarên biyanî de nebaşim
"Pêtên ser agiran venekişîyan"
Ji sewda welate her dem bengînim
Şivan û gavanim xewa rengînim
Bi salane bendewarê welatim
Dayîka min war dûre ez xemgînim
Mehmet Çobanoglu
22.10.2014
Stenbol
Yorumlar