Şiir • Bilinmiyor

Xerîbî Xor E

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Bijîjk dest nede birîna dilê min

Dilê min de derdeke zehf giran e

Nexweşîya min ji xerîbîyê ye

Welatê xelqê li min re hêran e

Bask û perê min, rewşa min tune ye

Welatê min dûre, rê min dûman e

Dem ji min agirê bêkesî yê ye

Ax min bêkesê, dem nexweş deman e

Bîranîna dilê min bo welat e

Her dêmê min de rondikên çavan e

Ez xemgînîm, kula min pir girane

Ez belengazim, min re tim şîvane

Li min şewat e bijîjk jî neçare

Xizanî jî sedema cêhê bûna min

Hişê min helîya, hêzê min nema

Bêzar bûm, xerîbî bu mirina min

"Bijîjk dest nede birîna dilê min"

Ev cihê bûn birçî bûn min re xem e

Ax li min rê dûre, rêwîtî zor e

Min xwest ez îsal herim, war û welat

Xerîbî hesûde xerîbî xor e

Mehmet Çobanoglu

18.04.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...