Şiir • Bilinmiyor

Xemla Çiyakî

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Warzên warê me geşin

Kevrên nav de jî reşin

Qaz û werdekên me jî

Tim bi hev re dimeşin

Dora gundê me rez e

Xemla çiyakî berz e

Pir rinde pir şêrîne

Li ber çemê Erez e

Ser laskan de simbilin

Nav baxan de bilbilin

Keçik diçin kanîyan

Milan wan de zembîlin

Nanê me tim helal e

Ava me pir zelal e

Bi rastî bêkêmanî

Xezala me delal e

"Warzên warê me geşin"

Warê me warê Kurdan

Me tu rê nadan cerdan

Em her hebin gelên me

Me dil da şêr û merdan

Mehmet Çobanoglu

04.06.2015

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...