Şiir • Bilinmiyor

Xema Neke Were

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Xema neke

Min dilê te xist nav dilê xwe

Bi ronahîya heyvê de

Bin ketina şevekî

Bin lingê te de

Dûpişkek fetîsî

Ser lêvên te de

Gulên sor xuyan

Kenên te şefq vedan

Stêrkên rût û tazî

Ser dêmê te de pir kenîyan bi Kurdanî

Şahbanûya min

Bi rastî ez pir daxwazim

Ber çoka te de wês bidim

Serê min jî

Nav her destê te de be

Bêhna te û helma te bikişînîm

Nav dil û hinavê xwe

Wan nihêrînên te

Berhevkim

Ji bihar ê

Bi dilşahî bibim barkêşê evîna min û te

Sewda min

Rê bigire were

Ez û tu

Bo minn û te

Bi serî de evîneke nû binivîsin

Bo xatirê welat, bi rengekî kesk sor û zer ve

"Xema neke"

Bi Kurdîstan’î

Were

Li vê berbangê

Bi şewlvan ve bireqse

Ji dilekî her dem bi tim germ

Nav de evîn û sewda me veşartî

Zincîra xulamîyê lê ne pêçandî û ne girêdayî

Mehmet Çobanoglu

19.04.2014

stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...