Şiir • Bilinmiyor

Xelitîm ...!

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Tava roja min vekêşya

Şev û tarî min pêçîyan

Sare,qeşe min seqeme

Goştê canê min qetîya

Her gurçık min hincirî

Nav kezeba min şewtî

Rê bagere min bahoze

Mij,dûman min qelibî!

Kiras ê ser min zirave

Derdê dilê min girane

Welat dûre ez jî bêzar!

Û axa xelqê jî nesitare

Dev û lêvê min qelişî

Kula derdê min herijî

Zivistane dem xezebe

Bi kolanan de xelitîm

Derde,êşe ez weşîyam

Bar girane û westîyam

Havîn borî bû zivistan

Ax dilê min çima beje?

"Tava roja min vekêşya"

Bendê pişta min qetîya

Ro bi ro dil min helîya

Li êş derdê min girane

Rûyê min qe nekenîya

Dilo dilo dost dilê min

Daxwazim welatê min

Amed,Riha ava Muş’ê

Heval,hogir û birê min..!

Mehmet Çobanoğlu

20.09.2008

Yildirim

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...