Şiir

Welat Xweşe Biparêzin

Roj çûava zehf tarîye

Berf û baran pir barîye

Dilê me de xwîn dikişe

Dorhêlê me av, herîye

Deşt û zozan me wêrane

Gundê me jî ber gulane

Zarînî ket nav zarokan

Derdê me jî zehf girane

Êriş anin Tirk û Ecem

Xwîn dikişe robar û çem

Gazî xortan û keçakin

Serok roje em herin cem

Bi salane Kurd bindestin

Pêtalên Newroz pêxistin

Kesan re koletî nakin

Êdî ala xwen derxistin

Tarî û şev ronahî be

Reşa şevan ser me rabe

Eemdimeşin şoreşgerî

Şefqa sibê bo me vebe

Zimanê me qedexebû

Bi salane maf tûnebû

Neyarên me hemû hovbûn

Cîwan rabûn roj xuyanbû

Qet top, tifing, şer naxwazin

Zarok tim lîstik daxwazin

Heyrana we ciwananin

Welat xweşe biparêzin

Mehmet Çobanoglu

08.01.2014

Stenbol

Paylaşmak ya da kopyalamak için bir dizeye dokunun

8kıta
31dize
~2,3 dkokuma

Bu şiir hakkında

Welat Xweşe Biparêzin şiiri kime ait?

Welat Xweşe Biparêzin şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Welat Xweşe Biparêzin şiiri kaç kıta?

Welat Xweşe Biparêzin şiiri 8 kıtadır.

Mehmet Çobanoğlu'den

Tüm şiirleri →

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Kopyalandı