Şiir • Bilinmiyor

Warê Gelanî

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Welat me xweş diyarî, pir şêrînî

Tu zanî xeribî jî zehf yeman e

Ew xem û xeyalên min niha rast bûn

Ez ji te ve serxweş bûm xweş deman e

Welat tu zanî, bendewarê te me

Qedir, qîmetê te ba min giran e

Kê dizanî salan şûnve bêm ba te

Welat bêhna te wek bêhna yaran e

Jiyana me xweşîya me kêfa me

Li ser te gul gulîstanên mêrgan e

Kalîna berx û karan û pezan e

Refên dewaran diçêrin hêrgan e

Qaqizman ê qeysî sêvên baxan e

Welat te hez dikim ma ne eyan e

Çavreşa min ket bîra min dinalim

Selîm ê dengê kend û kanîyan e

"Welat me xweş diyarî, pir şêrînî"

Pesinê te çawa bidim? Qers’a me

Welatê me tu wargehên gelanî

Ez naxwazim te veqetim canê min

Bi salane cîh û warê Kurdan’î

Mehmet Çobanoglu

27.07.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...