Şiir • Bilinmiyor

Tene Tene Berf Dibare

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Bêjing bêjing berf dibare

Em cemidîn tune çare

Dilê me de qisawet e

Her alî de me xubare

Berf dibare berf dibare

Reşemî ye nebihare

Deman ji me re fîzare

Em çi bikin her der sare

Tene tene berf dibare

Rengê wî jî wek çortane

Binefşên me jî qerisîn

War-wargehê me Botane

Tenik tenik berf dibare

Newroz me re bibe çare

Derdê me derman dixwaze

Pêşeroja me bihar e

"Bêjing bêjing berf dibare"

Hişkî hişî berf dibare

Afata reş nekubare

Her der mere mij, morane

Welat dîsa xweş diyare

Mehmet Çobanoglu

20.02.21015

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...