Şiir

Te Min Bîr Kir

Sitemkarê te min bîr kir

Dilê min de birîn vekir

Bi rastî ez bendî te me

Te jî li min keser çêkir

Xew nakeve her çavên min

Derbaz nabe ev şeva min

Hêvîyên min helweşîyan

Şeveq nakeve nav siba min

Evîn û xeyalê minî

Lêbelê tu gula minî

Bê te jiyan min re derd e

Agirê nav dilê minî

Çima her gav min direvî

Rûyê te de mam bêhêvî

Dibe ku tu zehf xedarî

Min dihêlî bi her şevî

Roj derbaz bû berêvar e

Gulê werê min hawer e

Gelo çima min nahesî

Dilê min te nebawer e

Mehmet Çobanoglu

01.12.2014

Stenbol

Paylaşmak ya da kopyalamak için bir dizeye dokunun

6kıta
23dize
~1,8 dkokuma

Bu şiir hakkında

Te Min Bîr Kir şiiri kime ait?

Te Min Bîr Kir şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Te Min Bîr Kir şiiri kaç kıta?

Te Min Bîr Kir şiiri 6 kıtadır.

Mehmet Çobanoğlu'den

Tüm şiirleri →

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Kopyalandı