Şiir • Bilinmiyor

Te Min Bîr Kir

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Sitemkarê te min bîr kir

Dilê min de birîn vekir

Bi rastî ez bendî te me

Te jî li min keser çêkir

Xew nakeve her çavên min

Derbaz nabe ev şeva min

Hêvîyên min helweşîyan

Şeveq nakeve nav siba min

Evîn û xeyalê minî

Lêbelê tu gula minî

Bê te jiyan min re derd e

Agirê nav dilê minî

Çima her gav min direvî

Rûyê te de mam bêhêvî

Dibe ku tu zehf xedarî

Min dihêlî bi her şevî

"Sitemkarê te min bîr kir"

Roj derbaz bû berêvar e

Gulê werê min hawer e

Gelo çima min nahesî

Dilê min te nebawer e

Mehmet Çobanoglu

01.12.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...