Şiir • Bilinmiyor

Te Derbaz Nabim

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Bi rojan û salane

Rewşa min qet ne xweşe

Were ez te bibînim

Jiyana min diweşe

Bi rojan û salane

Min derê xwe te vekir

Tu nehatî li ba min

Te pişta xwe min de kir

Bi rojan û salane

Her tim min te bawer kir

Te dilê min pir êşand

Te xeyalê min xera kir

Bi rojan û salane

Min pir bêrîya te kir

Rabe were li bo min

Min te re qesrek vekir

"Bi rojan û salane"

Bi roj û salane

Tu gul, kulîlka minî

Wele te derbaz nabim

Tu rih û canê minî

Mehmet Çobanoglu

04.04.2015

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...