Şiir • Bilinmiyor
Tava Gundê Me Şewlda
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Fêza gundê me jî beste
Gulan bînin deste deste
Xezala me bedewa me
Kember zîvê tu neweste
Malên gundê me tev rindin
Girên dorê jî bilindin
Şewana me pir şêrîne
Gelên wî jî serbilindin
Di gundê me de dîlan e
Dilşahîya qîz, xortan e
Rabin werin wê govendê
Bînya gundê me şîlan e
Navê gundê me Şewan e
Li bin kura Êkizan e
Lat û zinarê wî pirin
Taxeke lê jî Seksan e
"Fêza gundê me jî beste"
Tava gundê me şewlda
Xwe ser gundê me de berda
Kombin werin bo govendê
Hêvî ya bûk-zava navda
Mehmet Çobanoglu
05.02.2015
Stenbol
Yorumlar