Şiir • Bilinmiyor
Suwarê Hespê Kehêl
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Suwarê hespê kehêl hespê xwe zînke
Rabe here, welatê me bende te ye
Li îşev me re hawarî û gazî hat
Dibêjin axa me dîsa ber topa ye
Suwarê hespê kehêl hespê xwe kaşke
Bende min nemîne here, ez nexweşim
Rewşa min xirabe, kêfa min tuneye
Ez wek pel û perên payîzê diweşim
Suwarê hespê kehêl kula min kûre
Bêçare me zimanê min venagere
Xwezî îro ez jî we re bihatam
Di dilê min de agir -şewat digere
Suwarê hespê kehêl bextê min tuneye
Xiyalê min helweşîya ez dinalim
Ez xemgînim û rebenim, birîndarim
Ez bêkes ez bêhal û dîsa bêmalim
"Suwarê hespê kehêl hespê xwe zînke"
Suwarê hespê kehêl ketim ber bextê te
Hespê xwe bajo co û kendan derbaz be
Ax li min ji bo welat lez û bez here
Gelo çi qewîmîye li welatê me
Mehmet Çobanoglu
01.03.2015
Stenbol
Yorumlar