Şiir • Bilinmiyor

Şivanê Ber Pezanim

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Ez zivistan ez payîzım

Ez kevza ser zinaranim

Ez şivanê ber pezanim

Her mexelan û çolanim

Tûrikê min de nan tuneye

Pişta min de kulav heye

Kerîyê pezan diçêrînîm

Destê min de şivik maye

Şevên sayî, heyveron de

Bilûra min devê min de

Ji dengên wan kundan, bûman

Xweke kûr çavê min de

Gembolê min, tim ba min e

Bêhna pezan ji ser min e

Xwarina min kartol, sîre

Welatê me dilê min e

"Ez zivistan ez payîzım"

Şivanim şivanê gundan

Ez we re dibijim sondan

Û war û welat dinihêrim

Gul, baxên wî qasî lodan

Mehmet Çobanoglu

23.11.2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...