Şiir • Bilinmiyor

Şîrînê Û Kubarê

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Lê keçê bejn ziravê,

Dimeşî diçî avê,

Pir rind û bedewî…

Rûçikê te wek tavê.

Por reşê kember zîvê,

Pir başî lê qemerê,

Tenûrê nîn dipêjî,

Bêna wî ket herderê.

Şîrînê û kubarê,

Dest hine por keverê;

Daxwazim were malê,

Rûgeş be bo êvarê.

Havîne jî wek te xweşe,

Lez bike tu bimeşe,

Warê ba min ez şa bim

Bête jiyan nebaşe

"Lê keçê bejn ziravê,"

Pêşmala te nedere,

Keske, sore û zere,

Ez qurbana canê te,

Bête jîyan kesere.

Mehmet Çobanoglu

29.03.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...