Şiir • Bilinmiyor
Şîna Te Digirim
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Ez qurbana te bim û bo te bimirim
Rojane tim nîgarên te dinêrim
Kezeba min agahîk ji me re hat
Şev û rojan e şîna te digirim
Lawê min qurbana birîna te bim
Hejarî û tunebûn her dem weşe
Tu çûyî dûr û welatê xerîban
Roj ser me reş bû kulîlka me diweşe
Lawê min dibêjin xanî bilinde
Textê li bin lingê te de tenike
Bimirim ez bo kula te bimirim
Ji gotinan Stenbol pir hênike
Dogan nav Şewnê qêrîn, haware
Xortê min şîna te ye nedawet e
Mêrxasê min lawê min û canê min
Paşlila min de agir û şewat e
"Ez qurbana te bim û bo te bimirim"
Lawê min hejarî li te me qetand
Xortê min xwîn dev û difnê min de hat
Ez bo te ketim nav xem û keseran
Ax çardar ê te li ser milan de hat
Mehmet Çobanoglu
10.04.2015
Stanbol
Yorumlar