Şiir • Bilinmiyor

Simbilên Ser Ceh, Geniman

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Simbilên ser ceh, geniman

Jiyan tijî, rehm tijîne

Navbarê wan gul, kulîlkin

Bêguman qet nerijîne

Ji zevîyên ceh, geniman

Dasîyên lê tim ziravin

Reng zêrin û hemû zerin

Pêş berojan ber avanin

Ceh, genimên ser zevîyan

Ji axê giyan heldidin

Bi her şevan bejn vedidin

Ji her rojan xweş dikenin

Ceh, genimên nav gelîyan

Xweş dimeşin wek rêwîyan

Bi dijî bager, bahozan

Reh davêjin her zevîyan

"Simbilên ser ceh, geniman"

Simbilên ceh û geniman

Bo welat xeml û xêlîye

Ji gundekî li ser çiyan

Mina bûka geş gulîye

Mehmet Çobanoglu

25.07.2014

Qaqizman

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...