Şiir • Bilinmiyor

Şervan Nadin Welatê Me

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Çiyan neman newal neman

Te digerim eman eman

Agir barî dilê min de

Pir xemgînim ketim xeman

Ez bêgavim ez bêzarim

Tim dihelim û dizarim

Ji derdan e û êşan e

Xem û keser, kul hezar im

Şêr û cengewarê me yî

Tu dozvanê gelê me yî

Bi salan e maf dixwazî

Lawê me yî canê me yî

Nîgarê te destê min de

Bêhna te jî canê min de

Bi ber dem hişê min de yî

Wek hêvîya dilê min de

"Çiyan neman newal neman"

Berxwe bide dozvanê me

Rizgar dibe welatê me

Neyarên me ji dizanin

Şervan nadin welatê me

Mrhmet Çobanoglu

05.10.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...