Şiir • Bilinmiyor

Şêrîna Min

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Şêrina min, canana min

Aramîya dilê min î

Qet wîzar û fîgan neke

Tu bilbila baxê min î

Ey dîlberê ev der xweş e

Were ba min venekişe

Em herin geşt û seyranê

Ava çeman tim dikişe

Bedewa min, çavreşa min

Xemdar nebe, xema neke

Bibe kenên ser lêvên min

Gul û kulbikan min şake

Dev kenê û zar şêrinê

Binefş, sosin, nêrgiza min

Dixwazim bihara me bê

Gul vede bibe gula min

"Şêrina min, canana min"

Taştê ya min, şîva min î

Delala min were ba min

Xişirên te ken û gulin

Tu roja dinyaya min î

Mehmet Çobanoglu

27.05.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...