Şiir • Bilinmiyor

Şeng Û Şahi

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Keçê , rindê, delalê

Bax û baxçê cîhanê

Şeng û şahi dest pê kir

Rabe were dîlanê

Îro xwş e pir geş e

Dem jî me re pîroz e

Bextewerîya dil e

Mîna cejna Newroz e

Gula meha Adar ê

Kejê min re got “ erê”

Îro me re xweş roj e

Ronî barî her derê

Dengê def û zirnê ye

Ev dîlana Kurda ne

Dilgeşiya keçan e

Xort û cîwan navdan e

"Keçê , rindê, delalê"

Şoxê rindê, çelengê

Rabe were vê gavê

Bo xatirê bûk zavê

Bikeve ser govendê

Mehmet Çobanoglu

08.06.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...