Şiir • Bilinmiyor

Şadîya Min Nemaye

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Gazinên min bo te ye,

Haya te min tuneye,

Dilê min de êş maye

Şadîya min nemaye,

Ez wargehê êşanim,

Salan e perîşanim!

Min nekute, nehêre,

Ez ne zadê aşanim.

Ev çi rewş çi babat e?

Agir e û şewat e,

Te pişta xwe min de kir,

Ev nexêre, afat e …

Ez ça bikim, çi bikim?

Dilê xwe ça şa bikim?

Te çima rû neda min ?

Bûyî xema dilê min.

"Gazinên min bo te ye,"

Min bîra te kirîye,

Derê min vekirîye,

Ez dibêjim zû were,

Qesra te çêkirîye.

Mehmet Çobanoglu

09.03.2014

Stabol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...