Şiir • Bilinmiyor

Rûşena Min Rabe Were

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Rûşena min rabe were arîşana min xopane

Defreta min jî qet nema neyarê me jî pir wehşe

Dem xerabe ha yekşeme ha duşeme ha sêşeme

Ez çibikim roj min reşe bihar me re zivistane

Delala min bête nabe her der jî mije- dûmane

Ez çi bikim roj werqilî tirêj tune şevq navêje

Gula sor jî min xeyidî xalxaloka ser jî firî

Newal-gelî bûn gorîstan ez dimirim bo Kurdîstan

Tu keça mine rojhilat war- welatê me jî Serhat

Bi salane em hêvîdar em daxwazin bibe bihar

Simbil-beybûn me re vebin hemû jîndar hewre şabin

Bo Kurdîstan têkoşîne em daxwazin gul-gulîstan

"Rûşena min rabe were arîşana min xopane"

Dilpolatê can keça me neyar hovin bendî xwebin

Her der welatê Kurdane gund -bajaran vala nekin

Dijberên me Romin- Farsin şervanên me xortin-keçin

Lawên Kurdan tim ser pêne şoreşgerin û mêrxasin

Mehmet Çobanoglu

15.12.2012

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...