Ronahî Bû Heşyar Bin
Yazar / Şair
Mehmet ÇobanoğluEz bin destê neyaran de lawazim
Şerpeze me bextiyarî dixwazim
Ger rizgar nebe axa walatê me
Hemû cîhan bidin min ez naxwazim
Ez lawê gelan im, rêwî yê şoreşim
Bo serefirazî yê her dem dimeşim
Rizgarî nêze; hevalan bawerim
Ez her gav bi hêzim, her dem pir geşim
Kara me azadî ye doza me erd e
Axa me vegirtin mirîn jî serde
Em sitem naxwazin neyarê xedar
Wekhevî dixwazin mafê me berde
Bo azadîya gelan em dozvanin
Bi şevan û rojan her dem dervanin
Bo gelan serxwebûn rûmet, şanaz e
Ronahî bû heşyarbin em şervanin
"Ez bin destê neyaran de lawazim"
Destên karkeran de çakûç û dasin
Gelê me bêcil, bêkiras, pêxasin
Bese xulamî, gavanî rabin pê
Em dijî neyaran her dem mêrxasin
Mehmet Çobanoglu
02.08.2014
Stanbol
Sık Sorulan Sorular
Ronahî Bû Heşyar Bin şiiri kime ait?
Ronahî Bû Heşyar Bin şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.
Ronahî Bû Heşyar Bin şiiri kaç kıta?
Ronahî Bû Heşyar Bin şiiri 6 kıtadır.
Yorumlar