Şiir • Bilinmiyor

Qira Filan

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Osmaniyan gund hilweşandin

Şûr kişandin û dil êşandin

Bêbextîya Rom’a Reş’e

Gul bi gulac hatin weşandin

Dem û zeman zehf xirabûye

War û welat pir tarîbûye

Fixan û fîzar diqijîne

Toz-dûman bi hev re rabûye

Qeleş ketin nav koma êlan

Êriş birin ser warên Filan

Di axê de xwîn û xezewe

Agir avêtin hemû malan

Mêrkujan ferman weşandin

Li jiyana Filan rûxandin

Dest avêtin jin,keç û bûkan

Zar, zêç û dayîk tev zêrandin

Dem zivistane der bagere

Ax di nav dilan de bergere

Mal û gundên Filan nehîştîn

Rom tevkujî yê venagere

"Osmaniyan gund hilweşandin"

Qire, tevkujî ye emane

Birînan şûran û qemane

Ax her der xalî û valane

Filan re Mal û gundên nemane

Ev dîsa karê mêrkuja ye

Filan re êş û derd, kul maye

Bi milyon nîv kes hatin kuştin

Ev çi rewş çi hal û çi haye

Ax kezeb li Filan helya ye

Ev êş û derdê tev dila ye

Dest û lingên wan jê kirine

Tevkujîya hemû Fila ye

Mehmet Çobanoglu

18.04.2015

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...