Şiir
Qers Şekir Û Hingiv E
Mehmet ÇobanoğluŞiir
Xewn û xeyalê me ye
Haya me tim jê heye
Em zanin welat xweş e
Qers warê me gela ye
Gulên ser pelpelî ye
Axa wê gul gulgulî ye
Em zanin welat xweş e
Qers kêf û dilgeşî ye
Arjîna biharê ye
Germa tev havînê ye
Em zanin welat xweş e
Qers şehrê serhadê ye
Rind e, xemlilandî ye
Di nav jiyanê de ye
Em zanin welat xweş e
Qers şewq e ronahî ye
Bêrî kirin pir zor e
Xerîbî wek êtûn e
Em zanin welat xweş e
Qers şekir û hingiv e
Mehmet Çobanoglu
29.09.2014
Stenbol
Paylaşmak ya da kopyalamak için bir dizeye dokunun
6kıta
23dize
~1,8 dkokuma
Bu şiir hakkında
Qers Şekir Û Hingiv E şiiri kime ait?
Qers Şekir Û Hingiv E şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.
Qers Şekir Û Hingiv E şiiri kaç kıta?
Qers Şekir Û Hingiv E şiiri 6 kıtadır.
Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.