Şiir • Bilinmiyor

Qers Şekir Û Hingiv E

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Xewn û xeyalê me ye

Haya me tim jê heye

Em zanin welat xweş e

Qers warê me gela ye

Gulên ser pelpelî ye

Axa wê gul gulgulî ye

Em zanin welat xweş e

Qers kêf û dilgeşî ye

Arjîna biharê ye

Germa tev havînê ye

Em zanin welat xweş e

Qers şehrê serhadê ye

Rind e, xemlilandî ye

Di nav jiyanê de ye

Em zanin welat xweş e

Qers şewq e ronahî ye

"Xewn û xeyalê me ye"

Bêrî kirin pir zor e

Xerîbî wek êtûn e

Em zanin welat xweş e

Qers şekir û hingiv e

Mehmet Çobanoglu

29.09.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...