Şiir • Bilinmiyor

Qêrîn Û Qajîna Zarokane

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Sala isal di temena me de

Bû sala herî reşe

Dewleta Rom’ê

Dîsa dor me girt

Her der li me bû dojeh

Birîna dilê me

Kûr herişî

Li ser me de agir barî

Weletê me kizirî bi dilê, hinavê me hevre qelîya

Derdê dilê me zehf şidîya,

Kindirê tebata min qetîya

Lê bêbextê

Xwîşka min

Ev çi sedsal e ev çi zeman e

Mirin ket nav wr û gundê me

Qêrîn û qajîna zarokan

Hewara dayikane

Bi rojan e em fetisîn em dixenîqîn

Bi rastî xema me kesera me hebûn tunebûne welat e

Kul û derdên me zêde bûn

Aramîya me jî qet nema

Em perçîqîn

Em pelîxîn

Jiyana me ket nav destan

Pêlên qirêj em da berxwen

Dibe ku giyana me hilweşe, rihê me jî qet nemîne

Roj li me giran bû, wergehê me wêran bû

Zar û zêçên me zêrandin

Axa me şêlandin

Em mişextin

Em penaberin

Em koçerin

Em Kurd’in

Keç û xortên me

Rabûn ser pê, ji hev re şêwirîn tevgera azadîyê saz kirin

"Sala isal di temena me de"

Ev şerê hanê an mirin an jî hebûne

Kurdîstan jî bo me

Ne xewn û ne xeyale

Bi rastî bom e rastîye

Berxwedana gelê me

Ji bo me

Şerê azadîyê

Bo neyaran

Xofe û tirse

Ji bo gelê me re serefirazî ye, bo me Kurd’an re rızgarî ye

Mehmet Çobanoglu

02.09.2013

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...