Şiir • Bilinmiyor

Qeleşan Kozir Xistin Nav Dilên Me

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu

Qeleşan kozir xistin nav dilên me

Bi dîsa êrîşan hatin li ser me

Agir berdan nav bajaran û gundan

Bênamûsan çav berdan welatê me

Qir bikeve nav koma dagirkeran

Hatin ketin axa me deh hezaran

Wek nexweşîya bêçare û xirab

Qirîn xistin jiyana jin, zarokan

Zehf dibare neberfe, neşilî ye

Bo me ne yekeme ne jî dawî ye

Çi tişt e? Me haware me qêrîn e

Me agir û şewate me gule ye

Dilê min wiha nabe wiha nabe

Kesera min xwezî ya min wê rojê be

Derd, kul, êş û jan ê nav de biqede

Gelên Kurdan ê wê demê têr şabe

"Qeleşan kozir xistin nav dilên me"

Dewleta Rom’ê her dem gunehkare

Nehêja ye bêrûmete me nikare

Dijrabûna gelê me pir pîroz e

Kend û xendeqên me hemû bûn çare

Mehmet Çobanoglu

21.12.2015

Stanbol

Sık Sorulan Sorular

Qeleşan Kozir Xistin Nav Dilên Me şiiri kime ait?

Qeleşan Kozir Xistin Nav Dilên Me şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Qeleşan Kozir Xistin Nav Dilên Me şiiri kaç kıta?

Qeleşan Kozir Xistin Nav Dilên Me şiiri 6 kıtadır.

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...