Şiir • Bilinmiyor
Qeleşan Kozir Xistin Nav Dilên Me
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Qeleşan kozir xistin nav dilên me
Bi dîsa êrîşan hatin li ser me
Agir berdan nav bajaran û gundan
Bênamûsan çav berdan welatê me
Qir bikeve nav koma dagirkeran
Hatin ketin axa me deh hezaran
Wek nexweşîya bêçare û xirab
Qirîn xistin jiyana jin, zarokan
Zehf dibare neberfe, neşilî ye
Bo me ne yekeme ne jî dawî ye
Çi tişt e? Me haware me qêrîn e
Me agir û şewate me gule ye
Dilê min wiha nabe wiha nabe
Kesera min xwezî ya min wê rojê be
Derd, kul, êş û jan ê nav de biqede
Gelên Kurdan ê wê demê têr şabe
"Qeleşan kozir xistin nav dilên me"
Dewleta Rom’ê her dem gunehkare
Nehêja ye bêrûmete me nikare
Dijrabûna gelê me pir pîroz e
Kend û xendeqên me hemû bûn çare
Mehmet Çobanoglu
21.12.2015
Stanbol
Yorumlar