Şiir • Bilinmiyor
Qaqizman Xweş Dîyare
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
QAQİZMAN XWEŞ DÎYARE
Her cîh bax û baxçe ye
Qaqizman xweş navçe ye
Erez nav de dikişe
Pir jî perçe perçe ye
Ji hatina biharê
Sibe, nirvo, êvarê
Gul, sosin hêşîn dibin
Ji Şewanê û Xar’ê
Qaqizman nebeyar e
Pir geş e xweş diyare
Hemû fêkî yên wî jî
Mîna xêlîya yar e
"QAQİZMAN XWEŞ DÎYARE"
Qaqizman şênahî ye
Rengîn e, ronahî ye
Şewq û şemal tê xuya
Mîna heyv û rojê ye
Qaqizman tim gehwer e
Ber bi jor û berwar e
Nav de darên sêvan e
Tê de dengê kewan e
Mehmet Çobanoglu
10.12.2014
Stanbol
Yorumlar