Şiir • Bilinmiyor

Pir Delalî

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Ez evvîndarê teme

Te mêzkim neşerme

Tu her tim wek rojanî

Te nebînim, min xeme

Çavê te de şiliqbim

Destê te de sergînbim

Pişta te de êlegbim

Canê te ve tim germbim

Ez qeda xwe digerim

Mirinê venagerim

Tu bibe darbesta min

Dimirim jî bimirim

Ez nexweşim tu lezke

Carekî min mêzeke

Bo xatirê gelê me

Destê xwe ve min têrke

"Ez evvîndarê teme"

Tu şewqî tu şemalî

Tu ba min pir delalî

Xedar nebe dil germê

Ez te maçkim her alî

Mehmet Çobanoglu

14.11.2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...