Şiir • Bilinmiyor
Neyar Me Çi Dixwazî
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Daê me re heşir e
Dil û kezeb xişir e
Leşkerên Romê hatin
Kê bixwaze bêşîr e
Ax lo ev çi demane
Tim tarîya şevane
Dayika min rebenê
Me de jana gulane
Wî rengî wî awazî
Biqêrîn bang û gazî
Welat me re her tişt e
Neyar me çi dixwazî
Keç û xortên me rabin
Fêrê neyaran bidin
Gelê me nebe bindest
Êş û derdan rizgarbin
"Daê me re heşir e"
Yekîtîya me xurtkin
Li neyara me dûrkin
Ala rengin bilndkin
Welatê me avakin
Mehmet Çobanoglu
29.07.2015
Stanbol
Yorumlar