Mişxeteke Şîn
Yazar / Şair
Mehmet ÇobanoğluDilê min de mişxeteke şîn dijî
Piyala min de mey tijî
Û eraqa min jî tev rijî
Nebextiyar
Nedilgeşim
Qêrînên min gewrîya min de
Man bejî
Û xeniqîn, fetisîn
Qet defreta min jî nema,bêçare ê ber gullanim
Ax li min ez nevîyê kujtar û mêrkujên Filan’im
Ji demeke şikestî de
Xwîn dibare
Agir û tofane
Sur û seqeme pir sare nebihare ne havîne
Ez evîndarê gulên nav çiyan û newalanim
Xwezî şefeqa sibê re roj bo me bişirî şewlbida
Derya evînê de jî dilê min gul û gulgestan bixemlîya
Bi navde bûk- keç û xortên Filan bi azadî me re bigerîyan
Şoreşek tev jiyana min e
Caran wek Havîn’a min
Caran jî Almast û Gulnaz’a min e
Caran hêvîya gelan serfirazîya gerillan jiyana hevalane
Û caran jî dilorînîm bi zimanê Kurd’î û zimanê Ermen’î
Ez xemgînê bêbextanim, agir xistin nav dil û kezaba min
"Dilê min de mişxeteke şîn dijî"
Gelên Filan
Hûn bibexşînîn
Listîkên Rom’ê
Bêbextîya Kurd’an
Zore
Raborî biqewite here
Ez serxweşê roja gelanim
Evîndarê dilê geş ez ser asmanên şîn çalakî dimeşim
Bi kesk, sor û zer bêdengî kefdidim, ez rêwîyê şoreşîyê, evînîyême
Me agir girt em dimeşim, berve roja nû dil û can bi şadî tev dibezin
Mehmet Çobanoglu
18.08.2013
Stenbol
Yorumlar