Şiir • Bilinmiyor

Min Bîr Neke

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Lê delalê gul, gulîlka baharê

Ez bendî te me were vê êvarê

Ji te re gîlî, gazindê min hene

Te çima ez xapandim bi her carê

Çav kilê, lêv ziravê baxçê gulan

Qaz û werdekê li ser hemû golan

Te dipêm dereng nemîne zû were

Bendewarê te me bi roj û salan

Lê bihuşta nav war û walatê min

Êşa evîna min ket dilê min

Ji cîhanê destê min neqetîne

Were bibe çare û dermanê min

Ez ketim ber bextê te min bîr neke

Germa evina dilê min sar neke

Sewda xunavê ye li min dibare

Lê ez guneme min belengaz neke

"Lê delalê gul, gulîlka baharê"

Min navê te kolan li ser dilê xwe

Veke por ,biskên xwe û kezîyên xwe

Canê min dilê min mal û milkê min

Merd be camêr be min bike gorî xwe

Mehmet Çobanoglu

11.09.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...