Şiir • Bilinmiyor

Ketim Ber Bextê Te

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu

Berdila min mêla min tim ser te ye

Şert û merç dîsa kêfa min tune ye

Lê bedewê bese ji min nereve

Te fikar dikim rewşa te çawa ye

Çav û birû reşê, sikûm geşa min

Min re devken be bistîne canê min

Ez bê te dîn im û ez bê te gêj bûm

Te daxwazim çima nayê li ba min

Ax li min ax derdan e ez betilîm

Ji agirê dil ez dor xwe fetilîm

Piranî dost û dijmin min kenîyan

Bi dîsa reş û tarî yê xemilîm

Ez dimirim û ez diçim vê dan ê

Ketim ber bextê te ware heyran ê

Keça newq zirav û gula bejn dirêj

İsal jî ez naçim geşt û seyran ê

"Berdila min mêla min tim ser te ye"

Yara min gula min û şêrîna min

Xêra dê û bavê xwe were ba min

Ez av û ax im rewşa min wiha ye

Bo min gulan vede û gul bide min

Mehmet Çobanoglu

29.08.2014

Stenbol

Sık Sorulan Sorular

Ketim Ber Bextê Te şiiri kime ait?

Ketim Ber Bextê Te şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.

Ketim Ber Bextê Te şiiri kaç kıta?

Ketim Ber Bextê Te şiiri 6 kıtadır.

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...