Şiir • Bilinmiyor

Ketim Ber Bextê Te

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Berdila min mêla min tim ser te ye

Şert û merç dîsa kêfa min tune ye

Lê bedewê bese ji min nereve

Te fikar dikim rewşa te çawa ye

Çav û birû reşê, sikûm geşa min

Min re devken be bistîne canê min

Ez bê te dîn im û ez bê te gêj bûm

Te daxwazim çima nayê li ba min

Ax li min ax derdan e ez betilîm

Ji agirê dil ez dor xwe fetilîm

Piranî dost û dijmin min kenîyan

Bi dîsa reş û tarî yê xemilîm

Ez dimirim û ez diçim vê dan ê

Ketim ber bextê te ware heyran ê

Keça newq zirav û gula bejn dirêj

İsal jî ez naçim geşt û seyran ê

"Berdila min mêla min tim ser te ye"

Yara min gula min û şêrîna min

Xêra dê û bavê xwe were ba min

Ez av û ax im rewşa min wiha ye

Bo min gulan vede û gul bide min

Mehmet Çobanoglu

29.08.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...