Şiir • Bilinmiyor

Keçmeta Min

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Keçmeta min guhbide min

Te çima qet rû neda min

Îro kêyfa te tuneye

Xwezî te maçek bida min

Qîzmeta min, nûra tavê

Çav kesperê lêv ziravê

Venegere ji vir neçe

Were ba min tu vêgavê

Keçameta min bisk lê qeytan

Tu kulîlka nav her ketan

Ronahî ya roja minî

Dimeşî wek qazan, betan

Keçmeta min heyva şevan

Ez qurbana wan her çavan

Bi salane bendê te me

Îşev minre bibe mêvan

"Keçmeta min guhbide min"

Keçmeta min dilketîya min

Bibe bûka dayîka min

Min şa bike min şên bike

Te re bêjim kulîlka min

Mehmet Çobanoglu

22. 02.2014

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...