Şiir • Bilinmiyor

Keçê Were Dîlane

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Bûk û zava tev werin berva êvar jî malbin

Mêvan hatin hev kombûn, dîlana we ye şabin

Hezkirin pir şirîne , bingeha wî evîne

Nav dilan de geşdibe, her tim jî lê xwedîbin

Bûk û zava bi hevre dişibin her kulîlkan

Şewq û şemalê wan jî mîna heyv û stêrkan

Wele îşev dîlane, rabin werin govendê

Def û zirne jî anîn, bileyzin bi çepikan

Bûk û zava tev hatin welat jî bû şarîstan

Xêlîya bûkê çar renge mîna ala Kurdîstan

Şeng û şaî tev şabin mirazê wan pirozkin

Îşev hemû rûkenbin mina gulan, gulîstan

"Bûk û zava tev werin berva êvar jî malbin"

Bûk û zava dilgeşin yek bihar yek havîne

Şabûna wan her dem be dilê wan de evîne

Keçê were govende xorto were govende

Dengê def û zirnêye tev bileyzin dîlane

Mehmet Çobanoglu

17.04.2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...