Şiir • Bilinmiyor

Keça Rewal

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Keçê tu bo min hingivî

Heyverona hemû şevan

Ji bo dewar û pezên te

Ezê bibim şivan, gavan

Çûka ser çiqilê gulan

Bedewê tu canê minî

Jiyan bê te bêwate ye

Tu germa nav roja minî

Lê qemerê nûra tavê

Bejn bilindê newq ziravê

Ez bengînim û pir dînîm

Te daxwazim li vê gavê

Lêv şêrînê,min nereve

Ramûsanekî bide min

Serhildana dilê mine

Were destê xwe bide min

"Keçê tu bo min hingivî"

Keça rewal min nereve

Ronahîya roja minî

Her tim dikevî xwena min

Ez tîme tu kanîya minî

Mehmet Çobanoglu

30.10.2015

İstanbul

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...