Şiir • Bilinmiyor

Keça Qemer

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Hemberê gundê me xweşe

Dîmenê wê zehf balkêşe

Keça qemer lê dimeşe

Pir zaneye xwe serkêşe

Fêz gundê me xozan e

Tê de dengê xort-qizan e

Keça qemer kember zive

Meşa wê jî wek qazan e

Jira gundê me Seksan’e

Bingeha wê pir avîne

Geça qemer tim devkene

Her dêmên wê jî havîne

Navê gundê me Şewan’e

Wargehê wê de, rihanan e

Keça qemer pir hêjaye

Piştgirî yê hevalan e

"Hemberê gundê me xweşe"

Rex gundê me de zinar e

Navçe me jî Qaqizman’e

Geça qemer pir bedew e

Wek rojane wek zeman e

Mehmet Çobanoglu

08.04.2015

Stanbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...