Şiir • Bilinmiyor

Keça Min

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Keça min tu canê min

Tu şitilê dor gula min

Dûr diçî diçî xeribîyê

Bêhna te naçe mala min

Keça min can gula min

Rewşa te wek roja min

Li tu xatrê bavê xwe

Hertim were mala min

Tu diçi oxir be li te

Bi geşbe jiyana te

Aram û bextewarî

Herdem bibe para te

Keça min Nurcana min

Bixwaze dil û cani min

Tu xatirê dê bavê xwe

Rê here rê bibe mala xwen

Kom bûn hatin qemê te

Kê bira kê ap kê metê te

Rabe hemizke koma me

Em ramûsin her çavê te

Keça min û qîza min

Tu perçê vê dili min

Dil tenik dil zirav be

Rûken be bistîne canê min

"Keça min tu canê min"

Qe rûyê xwe tal neke

Bihna xwe tenk neke

Oxir be tera keçamin

Gazinê bêbexta veneke

De tu here oxirbe li te

Em dixwazin mirazê te

Xwang û birê te jî hatin

Rabe em ramûsekî bidin te

Bavê te qurbana te

Diya te digîrî li bo te

Ne xem û ne xemgîn be

Em hertim li cem te

Mehmet çobanoglu

08.09.2007.

Yıldırım

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...