Şiir • Bilinmiyor

Ka Dersim Ka Zîlan

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Ka bajara Halapçe , ka Dersim û ka Zîlan?

Niznim ev çi hale? Agir berdan ser hêlan,

Şewate û birûske, tim jî bo me sîteme,

Ne însafe ne wîjdan, destbend xistin her milan.

Ka axa walatê me, ka warê bav, kalên me?

Li bajaran û gundan, agir berdan malên me,

Hawarî ket nav gelan! Neyarê me pir wehşe…

Dengê wan wek wawîkan, dijmin êriş da ser me.

Rom her dem sîtemkare, heta hêza me hebe,

Bawerîya me van naê, destê me welat nabe,

Ji xwe wan biparêzin, herdem ew bênamûsun,

Berxweden bo me ferze, ez heyran lawo rabe.

Pêlên xwînê dikişe, me re derd û kul maye,

Tank û top me qelibîn! Çima dinya bêhaye?

Welet bikin serfiraz, kesî re nebin barkêş

Jîyana me geşbikin, welat bo me bihaye.

"Ka bajara Halapçe , ka Dersim û ka Zîlan?"

Jîyaneke serbestî , ne xêre û ne dermal,

Bo mafê gelên Kurd’an , dem me re bibe şemal,

Çabanoglu rabe pê, bigire destê gelan

Wek Mahsum û wek Hayrî, wek Yîlmaz û wek Kemal.

Mehmet Çobanoglu

20.09.2013

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...