Şiir • Bilinmiyor
Jiyana Xirab
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Vê dinê de xirabî neqedîya
Ji derdane, kulane nebaşî man
Kesera li nav dilê min de maye
Bi her deman min vedide wek maran
Gula min mezinkir zer bû çilmisî
Belgên dora gula min tev weşîyan
Xema nav dilê min de neqedîya
Hemû dert û kul ser min de meşîyan
Ax çi bû li vê dinyayê ax çi bû
Jiyaneke ne xweş ne çê tê de ye
Hemû mal û xanî li min bûn wêran
Her cîwar li bo min pêl û derya ye
Ev jiyana xirab tu ne miraze
Xerîbî û penaberî mirin e
Bextîyarî û dilgeşi tunebe
Ttim hawarî ye, gazî û qirîn e
"Vê dinê de xirabî neqedîya"
Bi rojan û salane qîr, qetrane
Sedema rojên nexweş hejarî ye
Xweş bizanibin dermanê derdê me
Serbestî, rizgarî û azadî ye
Mehmet Çobanoglu
02.10.2015
Stenbol
Yorumlar