Şiir • Bilinmiyor
Ji Başûrê Heta Bakûr
Yazar / Şair
Mehmet ÇobanoğluJi başûrê heta bakûr
Birîna me dîsa bû kûr
Gund û malên me ruxandin
Dayîk digîrîn kûrekûr
Li rojane agir barî
Êdî bese ev bêzarî
Ne gul man û ne jî kulîlk
Dem me re bû zift û tarî
Dorhêlên me zinar, latin
Dert û kulên me helatin
Ji dil û can hev bicivin
Neyarên hov kom bûn hatin
Şervanên me hemû wêrin
Gelên Kurdan wan bawerin
Bangewazîya şêran e
Lo hevalno rabin werin
"Ji başûrê heta bakûr"
Çem û robarên me geşin
Hemû dijminên me cehşin
Ji bo azadîyê hêz bin
Li dijî wanan bimeşin
Mehmet Çobanoglu
28.10.2014
Stenbol
Sık Sorulan Sorular
Ji Başûrê Heta Bakûr şiiri kime ait?
Ji Başûrê Heta Bakûr şiiri Mehmet Çobanoğlu tarafından yazıldı.
Ji Başûrê Heta Bakûr şiiri kaç kıta?
Ji Başûrê Heta Bakûr şiiri 6 kıtadır.
Yorumlar