Şiir • Bilinmiyor

Ji Başûrê Heta Bakûr

Yazar / Şair

Mehmet Çobanoğlu
person

Ji başûrê heta bakûr

Birîna me dîsa bû kûr

Gund û malên me ruxandin

Dayîk digîrîn kûrekûr

Li rojane agir barî

Êdî bese ev bêzarî

Ne gul man û ne jî kulîlk

Dem me re bû zift û tarî

Dorhêlên me zinar, latin

Dert û kulên me helatin

Ji dil û can hev bicivin

Neyarên hov kom bûn hatin

Şervanên me hemû wêrin

Gelên Kurdan wan bawerin

Bangewazîya şêran e

Lo hevalno rabin werin

"Ji başûrê heta bakûr"

Çem û robarên me geşin

Hemû dijminên me cehşin

Ji bo azadîyê hêz bin

Li dijî wanan bimeşin

Mehmet Çobanoglu

28.10.2014

Stenbol

Yorumlar

Yorumlar yükleniyor...