Şiir • Bilinmiyor
Jana Kezaba Min
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Ji xelqê re dîlan e
Her der min re Zîlan e
Fîxana min qutnebû
Min re girîn, şîvan e
Tehlayî ket dilê min
Xerîbî bû para min
Çima rewşa min ha bû
Janek ket kezeba min
Rojên min jî ziyan bûn
Mar û mişk min zêde bûn
Dem jî min re zindan e
Gul, gulîstan xopan bûn
Pişta min de jî bar e
Kul ser min de dibare
Dorhêl jî zehf bû tarî
Min moran û xubar e
"Ji xelqê re dîlan e"
Nizanim çi zeman e
Tengasî ye eman e
Rewşamin tim wiha ye
Derdê min wek çiyan e
Mehmet Çobanoglu
20.11.2014
İstanbul
Yorumlar