Şiir • Bilinmiyor
Hespê Minî Qemer
Yazar / Şair
Mehmet Çobanoğlu person
Min hesp xwe re zînek çêkir bi çerman
Rengê hespê min jî reşe wek zeytûnan
Bijîjên hespê min jî her dem bi nexşe
Bi ew xemla ser jî kesk ,sor û zerane
Hespê min naweste ew rehwan dibeze
Ew gava dibeze dilê min coşdibe
Bihar û havînê vebûnan gulan de
Qet çiya, kevir nabêje dibihure
Ey hespê min ez te re bibim perperok
Rabe em herin ev xerîbî wêrane
Raneweste bib ba û bager ba be
Min bibe min bibe dilê min dîwane
"Min hesp xwe re zînek çêkir bi çerman"
Hespê min rêkeve here Qaqizman’ê
Çi dibe nekeve tev mij û dûman
Min bibe nav kevir, axa welatê me
Ez Şewan’ê hez dikim qasî cîhan’ê
Hespê minî kihêl tim asê lez diçe
Astengan, çiyan bi hemûyan rast dike
Çobanoglu her dem xema te girane
Tu herî welat kesera te namîne
Mehmet Çobanoğlu
22.04.2013
İstanbul
Yorumlar